Kurdistan
Saredarê HDPê û 9 kesên din bi serdegirtina malan hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Hevserokê Şaredariya HDPê yê navçeya Qereyaziya Erzeromê Burhanettîn Şahîn û 9 kesên din, îro danê sibê di encama serdegirtina malan a polîsan de, hatin binçavkirin.
Deh kesên ku hatin binçavkirin birin navenda têkoşîna terorê ku derbarê sedema binçavkirina wan de ti agahî nehat belavkirin.
Di serdegirtina polîsan de, herwiha ji xeynî Burhanettîn Şahîn, endamên meclîsa şaredariyê Yüksel Kişin, Erdal Bayram, Mahmut Çimendag, Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Mehmet Latif Karakuş, rêveberên HDPê Nuri Kandemir û Namet Yilmaz û endamên berê yên meclîsa şaredariyê Erdem Kaya, Cemil Oran û Erol Mahçup jî hatin binçavkirin.