TR KU SO
FB X
Kurdistan

Saredarê Sirnexê bi koronayê ket

Admin H
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2020 18:52

PeyamaKurd – Şaredarê bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê Mehmet Yarka, li ser medya civakî ragihand ku ew bi nexweşiya Covid-19 ketiye û testa wî pozîtîf derketiye.

Mehmet Yarka ku ji AKPê wekî şaredarê Şirnexê hatiye hilbijartin, diyar kir ku rewşa tenduristiya wî niha baş e û ew li mala xwe di karantînayê de ye û hêviya diayan kir.

Yarka 57 salî ye û li Şirnexê wekî karsazekî tê naskirin ku di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de wek şaredarê Şirnexê ji AKPê hatibû hilbijartin.

Parve bike: