TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sasiwar: "Min bertîl daye hemû partiyên Silêmaniyê"

📅 20 tebax 2018 21:53

PeyamaKurd -  Xwediyê şirketa Nalyayî Şasiwar Ebdulwehîd, ku ji demekê û vir ve tevlî karê siyasî bûye ragihand ku wî pere dane hemû partiyên opozîsyonê lewma ew derbarê dosyeya Çavîland (projeyeke mezin li Silêmaniyê) bêdeng bûn.

Şasiwar Ebdulwehîd di bernameyeke li ser qenala xwe ku behsa firotina wê dike amaje bi wê yekê kir ku, "Hejmarek birader hene berî niha min pere dane wan, niha ez pere nadim wan, her sê partiyên opozîsyonê bila bên û bibêjin min, te pere nedane me."

Herwiha xwediyê şirketa Nalyayê got: "Wê dema min pere didane wan çima negotin Şasiwar xwedî desthilat e çima rapor li ser min belav nedikirin?"

Şasiwar gef li hinek berpirsên partiyên opozîsyonê kir û got ku,"Hin rêveber di nav opozîsyonê de hene hejmara wan (50-100) hêviya wan ew e meqaman werbigrin û bibin parlamenter, parêzgar û qaymeqam, ew şerê min dikin."

Derbarê projeya Çavîland û pirsgirêka xwediyê hisseyan ku şirketa Nalya tometbar dikin Şasiwar got: "Ji 2007an ve kompanî heye, li 2009 li ser Çavîland mijûl bûn û li 2013 hat vekirin, ji 2012an babeta pişkan heye, çima wan partiyên opozîsyonê qet behsa pişkan nekir, çima yek rapor li ser pişkan pêşkêş nekir ji ber ku, min pere didane wan."

Parve bike: