Kurdistan
Sê kesên li Batmanê bi guleyan li erebê û malekî xistibûn hatin girtin
PeyamaKurd – Li Batmanê 5 kesên ku bi guleyan li erebe û xaniyekî xistibûn, hêzên asayîşê her 5 kesan bi operasyonekî xistin bin çav. Ji wan 3 kes ji aliyê dadgehê de hatin şandin ji bo zîndanê.
Rûdan, di 29ê Temmûzê de hatibû kirin û bi çekan li du ciyan xistibûn. Li ser rûdanê rêvebiriya asayîşê beşa KOMê xebatê kir. Kesên rûdanê kiribûn tesbît kirin û di 17ê Tebaxê de her 5 kesan xistin bin çav.
Piştî li beşa KOMê ya rêvebiriya asayîşê îfadên wan girtin, wan birin dadgehê û dadgeh 3 kesan şand zîndanê û 2 kesan bi şertê kontrola edlî serbest berda.
Sedema lêdana xanî û erebeyê nehat ragihandin.