Kurdistan
Sê saredarên HDPyî yên navçeyên Mêrdînê hatin girtin
PeyamaKurd - Hevseroka Şaredariya Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevseroka Şaredariya Stewrê Gulistan Oncu û Hevseroka Şaredariya Dêrikê Mulkiye Esmez ku ji kar hatibûn dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatibûn danîn, hatin girtin.
Hevseroka Şaredariya Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevseroka Şaredariya Stewrê Gulistan Oncu û Hevseroka Şaredariya Dêrikê Mulkiye Esmez di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de 15ê Mijdarê hatibûn desteserkirin.
16ê Mijdarê jî qeymeqamên wan bajarokan wek qeyûm li şûna wan hatibûn danîn.
Piştî ku li dadgehê îfadeya Ozaydin, Oncu û Esmez hat wergirtin, biryara girtina wan hat dayîn.