Kurdistan
Sefîn Dizeyî bi Berpirsê Rojhilata Navîn ê Koska Spî re civiya
PeyamaKurd – Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî, li Washingtonê bi Berpirsê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka yê Koşka Spî Terry Wolf re civiyan.
Hat ragihandin ku di hevdîtina ku Nûnera Washington a Herêma Kurdistanê Tarîfe Ezîz jî beşdarî kir de, li ser pêwendiyên Kurdistan û Amerîkayê hate axaftin.
Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de, behsa pêngavên çaksaziyê yên Hikûmeta Kurdistanê, yekxistina hêzên Pêşmerge, piştevaniya hêzên hevpeymanan û têkoşîna dijî terorê hate gotûbêjkirin.
Sefîn Dizeyî beriya wê hevdîtinê jî bi rayedarê wezareta derve ya Amerîkayê re civiyabû ku biryar e serdana Dizeyî ya Amerîkayê hefteyekê dewam bike.