TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sekreterê IHD a Diyarbekirê xistin binçav

Admin M
Nivîskar
📅 04 sibat 2022 03:48

PeyamaKurd – Bi koordinasyona serdozgerê bajarê Semsûrê, li Diyarbekirê avêtin ser Komela Mafê Mirovan İHD ê û sekreterê wê yê bi navê F.B.xistin bin çav.

Sedema operasyonê ew e ku li bajarê Semsûrê di operasyona ku di sala 2017 an de, li hemberê çekdarê PKK ê Volkan Bora operasyon hatibû kirin û di operasyonê de Bora jiyana xwe ji dest dabû, di materyalên li ser wî de ku ketibûn dest de, wêneyê dergistiya wî Semra Güzel ku niha parlementera Diyarbekirê ya HDP ê ye, ketibûn dest.

Serdozgeriya Semsûrê bi sedema ku eqrebatiya sekreterê İHD a Diyarbekirê F.B. bi Volkan Bora re heye, avêtin ser avahiya İHD ê. Li ser biryarê F.B. bi oprasyonekî xistin bin çav û li mala wî û İHD ê lêgerîn kirin. Niha li Dİyarbekirê lêpirsîna wî dewam dike û hat ragihandin ku dê wî bişînin Semsûrê (Adıyaman).

Parve bike: