Kurdistan
Selahedîn | Bi cilên leskerî êrîs kirin: Ji malbatekê 7 kes kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 7 kesên endamên malbatekê li gundekî parêzgeha Selahedîn ji aliyê hin çekdaran ve hatin kuştin.
Li gorî ragihandina medya Iraqê, çekdaran bi cilên serbazî êrîşî malbeteke gundê Elbu Dur li parêzgeha Selahedîn kirine û 7 endamên malbatê kuştine ku jin jî di nav wan de heye.
Hat diyarkirin ku kesekî din jî bi giranî birîndar bûye û li gorî lêkolînên hêzên emnî dibe ku ew çekdar girêdayî rêxistina terorîst DAIŞê bin.
Kesên ji heman malbatê hatine kuştin; Basim Ekrem Ehmed Salih, Ehmed Fexrî Ehmed Salih, Fexrî Ehmed Salih, Xetab Fexrî Ehmed Salih, Mihemed Fexrî Ehmed Salih, Reşa Fexrî Ehmed Salih, Cînan Deham Ehmed û kesê birîndar jî Umer Ebdulrehman Mihemed e.