Kurdistan
Selala Girlawikê îsal jî ciyê gest û guzariyê ye
PeyamaKurd- Şelala (sîpel) Girlawikê li herêma Koçgiriyê li bajarê Ezirganê 35 km dûr, ji bilindahiya 40 metreyî zêdetir, ji jor de xwe berdide jêr. Kaniyên wî ji çiyayê Mûnzûrê dertên. Di havînan de gelek hînik û zivistana wê jî bo kesên ku ji sermayê hezdikin gelek xweş e. Li binê şelalê gelek xwaringeh û baxçeyên çayê û cafeterya hene.
Geştiyarên ku Girlawikê dizanin, di havînan de yekser diçin wê derê. Ji nav bajarê Ezirganê heya diçî Girlawikê, bi xwe geşteka bi serê xwe ye ku di nava dîmenên delal de mirov bi ereba xwe diçe. Ava ku di dîmenan de tê dîtin, tenê deh yeka avê ye. Ava dinê diçe ser regulatorekî ku elekrtîkêçêdike.