Kurdistan
Sendîkaya Bijîskên Kurdistanê lîsansa kar a 3 bijîskên biyanî betal kir
PeyamaKurd – Lîsansa kar a 3 bijîşkên biyanî li Kurdistanê, ji aliyê Sendîkaya Bijîşkên Kurdistanê hat betalkirin.
Li gor Sendîkaya Bijîşkên Kurdistanê diyar kiriye, piştî nirxandinên zanistî li ser çend bijîşk û dixtoran, 3 dixtorên biyanî ji wê ezmûnê derneketin.
Herwiha Sendîkayê eşkere kiriye, ji ber wê jî lîsansa karê wan bijîşkan li Kurdistanê hat betalkirin û ji tevahiya nexweşxane û navendên tenduristiyê re hat gotin ku kar nedin wan bijîşkan.
Bijîşkên ku lîsansa wan hatiye betalkirin ev in:
Dr. Samî Salih (welatiyê Sûriyê)
Dr. Husên Yasîn (welatiyê Urdinê)
Dr. Yezin Ebdulhemîd (welatiyê Urdinê)