TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sengeser | Di bombebarana balafirên Tirk de 2 sivîl birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 08 îlon 2021 19:38

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna baregehên PKKê gundê Sînemeko yê nehiya Sengeserê bombebaran kir ku di encama wê bombebaranê de 2 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Rêveberê nehiya Sengeserê Nehro Ebdulla ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, doh 7ê Îlonê êvarî derengê şeve li saet 01:30 balafirên şer ên Tirkiyê gundê Sînemekoyê bombebaran kirin û 2 hemwelatiyên sivîl di encamê de birîndar bûn.

Nehro Ebdulla daye zanîn ku hebûna PKKê li herêma wan rastiyek e û hebûna PKKê metirsî çêkiriye ji bo xelkê herêmê û heger PKK li herêmê nebe Tirkiye nikare herêmê bombebaran bike.

Rêveberê nehiya Sengeserê bal kişandiye ser ku Tirkiye bi berdewamî ji ber hebûna PKKê herêmên Sengeserê bombebaran dike û çend caran ji ber wan êrîşên Tirkiyê xelkê herêmê hatine kuştin û birîndar kirin.

Parve bike: