TR KU SO
FB X
Kurdistan

Seqlawe | Tohmetbaran êrîsî hêzên polîsan kirin

Admin L
Nivîskar
📅 30 îlon 2021 16:00

PeyamaKurd – Li bajarokê Şeqlawe yê Hewlêrê, tohmetbaran êrîşî hêzên polîsan kirin.

Rêveberiya polîsê Hewlêrê diyar kiriye, şeva borî dema hêzên polîs dixwestin 2 tohmetbarên ku êrîşî mala welatiyekî kiribûn bigrin, rastî êrîşa wan tohmetbaran hatin.

Polîsê Hewlêrê eşkere kiriye, di wê pevçûnê de 2 polîs, Rêbend Erselan Kemal û Mehdî Ebdulletîf, bi giranî birîndar bûn.

Di daxuyaniya polîs hatiye destnîşankirin, hêzên polîs karîn yek ji wan tohmetbaran bigirin, lê yê din karî xwe xelas bike.

Parve bike: