Kurdistan
Serbazekî payebilind ê Tirkiyê li Efrînê hat kustin
PeyamaKurd – Serbazekî payebilind ê Tirkiyê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di encama êrîşeke rokêtî de hat kuştin.
Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, li herêma Efrînê êrîşeke rokêtî li dijî hêzên wan hatiye pêkanîn û di encamê de efserekî wan ku bi giranî birîndar bûbû, can daye.
Di daxuyaniya Tirkiyê de hat ragihandin ku êrîş îro 4ê Gulana 2022an û bi rokêtê hatiye kirin, herwiha nasnameya wî efserî jî Talha Bahadir hatiye ragihandin.
Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê eşkere kiriye, piştî êrîşa rokêtî ya li ser hêzên wan, topxaneya artêşa wan herêm bi giranî topbaran kiriye.
Hêjayî gotinê ye, heta niha tu aliyekî berpirsyariya êrîşa îro ya li Efrînê ya li dijî hêzên Tirkiyê li xwe negirtiye.