TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serçekdarekî herêmî yê terorîstên DAISê ji aliyê HSDê ve hat girtin

Admin L
Nivîskar
📅 14 nîsan 2022 12:59

 PeyamaKurd – Serçekdarekî herêmî yê terorîstên DAIŞê, li bajarokê Kerame yê rojhilatê Reqayê, ji aliyê yekîneyên taybet ên HSDê ve hat girtin.

Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDê: “Operasyon bi destekdayîn û çavdêriya hewayî ji hêla Koalîsyona Navneteweyî ve pêk hat.”

Hat ragihandin ku serçekdarê herêmî yê ku çek belav dikir, teqemenî li şaneyên rêxistina DAIŞê yên li herêmên Reqa û gundewarên wê belav dikir û çalakiya ewlehî birêve dibir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin, piştî çavdêriya çend rojan û komkirina agahiyan ew hatiye girtin.

Herî dawî dan zanîn, di dema lêgerîna li mala wî de, çek, alavên teknîkî û belgeyên li gel wî hatin desteserkirin. 

Parve bike: