TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serdozgeriyê derbarê Newroza Diyarbekirê de lêpirsîn da destpêkirin

Admin H
Nivîskar
📅 22 adar 2023 22:55

PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, ji bo ahenga Cejna Newrozê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatibû lidarxistin de, lêpirsîn da destpêkirin.

Hat ragihandin ku serdozgeriyê bi hinceta diruşmên ji bo Abdullah Ocalan li qadê hatine gotin û hinek pankartên hatine vekirin, lêpirsîn daye destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye, duh 21ê Adarê piştî belavbûna girseya beşdarên Newrozê, polîsan destwerdan li ciwanan kiribû û nêzî 200 kes hatibûn binçavkirin ku îro 22yê Adarê danê sibehê jî piştî îfadeyên wan hatin berdan.

Parve bike: