TR KU SO
FB X
Kurdistan

Şerê Îran û Îsraîlê bû sedema birîna elektrîka Kurdistanê

Admin M
Nivîskar
📅 02 adar 2026 23:31

PeyamaKurd – Bi sedema êrîşên Îsraîlê û Amerîkayê yên ji bo ser Îranê, li Kurdistanê talûka ewlehiyê zêde bû, elekrtîka seha gas û petrolê ya Kor Mor a li navça Çemçemal a bi ser bajarê Silêmaniyê hat birîn û di sehayê de hilberîna gasê bi temamî rawestiya.

Ji ber hilberîna elektrîkê kêm bû, li seranserê Herêma Kurdistanê, di yek rojekî de tenê dikarin 5 seet elektrîkê bidin xelkê.

Wezareta çavkaniyên xwezayî û wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê ragihandin ku bi sedema şerê navbera Îran û Îsraîl-DYAyê, hilberîna elektrîka Kurdistanê daketiye 1400 Megavatê û nikarin gazê bişînin seha gazê ya Kor Morê ku hilberîna gazê, şîrketa Dana Gas dike.

Di encamê de, di hilberîna elektrîkê de, di navbera 2500- 3000 megavat elektrîk kêm bûye. Endazyarekî wezareta elektrîkê ji bo Rûdawê ragihandiye:

"Niha li Herêma Kurdistanê hilberîna elektrîkê daketiye 1400 megvatê. Ev jî bûye sedem ku em nikarin zêde elektrîkê bidin hemwalatiyan.”

Ji ber sedema şerê navborî, wezareta elektrîkê li hinek deverên Kurdistanê tenê 1 seet dikare elektrîkê bide welatiyan, herî zêde li hinek ciyan dikarin 5 seet bidin welatiyan.

Li Germiyanê hilberîna elektrîkê ji 150 megavatê daketiye 50 megavatê. Wê kengê karibin gasê bidin santralên elektrîkê diyar nîne da hilberîna elektrîkê zêde bibe.

Parve bike: