Kurdistan
Serekê Tirkmen careke din hedê xwe derbas kir
PeyamaKurd - Serekê Eniya Tirkmen li Iraqê Erşed Salihî careke din der heqê Pêşmerge de zimandirêjî kir û got ew Pêşmerge li Kerkûkê naxwazin.
Salihî di daxuyaniya xwe de wekî ku serokê Iraqê be û ew li ser qedera welat biryarê dide got ew qebûl nakin Pêşmerge vegere Kerkûkê û cihên Kurdistanî.
Herwiha îdîa kir vegera Pêşmerge ne qanûnî ye.
Li gor wî pereyê Kerkûkê di bankên Hewlêrê de ne.