TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serhed di bin berfê de ma!

Admin H
Nivîskar
📅 18 adar 2022 21:12

PeyamaKurd – Li bajarên serhedê yên Bakurê Kurdistanê ji ber pêla nû ya berfa meha Adarê çûnûhatin asteng bû û rêyên gelek gundewaran hatin girtin.

Li gorî zanyariyan pêla nû ya berfê zêdetir li bajarên Wan, Mûş û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê bandora xwe nîşan dide û ji doh ve rêyên 81 gundan hatine girtin.

Li navçe û gundewarên wan bajarên serhedê xebatên bo vekirina rêyan didomin û li gorî pêşbîniyên keşûhewayê heta çend rojên din jî li Bakurê Kurdistanê berf û serma zivistanê wê berdewam bike.

Parve bike: