TR KU SO
FB X
Kurdistan

'Serhildana Sêx Seîd ya ku gelê kurd daxwazên xwe yên rewa aniye ziman e'

Admin H
Nivîskar
📅 14 sibat 2024 00:43

PeyamaKurd - Komeleya Perwerde, Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd, li ser 99emîn salvegera serhildana Şêx Seîd ku 13ê Sibata 1925an dest pê kiribû, daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Sekreterê Giştî yê komeleyê Ahmet Kaya di daxuyaniyê de li ser serhildana Şêx Seîd got: “Serhildana ku gelê kurd daxwazên xwe yên rewa aniye ziman e” û destnîşan kir, “Serhildana Şêx Seîd ji perçeyekî bingeha têkoşîna kurd a neteweyî ye.” 

Kaya diyar kir: “Piştî îtîraza Şêx Seîd, di bingeha têkoşîna heya roja me tê maşandin de daxwaza nasname, ziman, nirxên însanî, mafên civakî û siyasî hene. Ev daxwaz, daxwazên însanî û pêdiviyên demokrasiyê ne. Ji hêla tunehesibandinê de roja me ji salên 1925an ne cudatir e. Qedexekirina ziman, înkarkirin û zext, girtin, sirgûn û qetlîamên bi vê armancê tên kirin jî ne kiriyarên olî, wijdanî, exlaqî û hiqûqî ne. Bi tu awayî nayê qebûlkirin.” 

Di daxuyaniya çapemeniyê de Serokê Komeleyê û neviyê Şêx Seîd Kasim Firat jî axivî û bal kişand ser: “Divê em çareseriyên xelaskirina zilma ku bi sedan sal in tê meşandin bigerin. Em ê çawa bidawî bikin, divê em vê bifikirin. Partiyên siyasî, pêşeng, rûspî û alim divê li ser vê mijarê bifikirin û li rêyeke çareseriyê bigerin.” 

Parve bike: