TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serlêdana dersên bijarte sibe bidawî dibe

Admin H
Nivîskar
📅 06 sibat 2022 16:38

PeyamaKurd – Serlêdana bo dersên bijarte yên Kurdî ji bo dibistinanan, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sibe 7ê Sibatê bidawî dibe.

Çalakvanên Kurd ên kampanyaya hilbijartina dersên kurdî dane destpêkirin bang li malbatan dikin ku dereng nemînin û ji bo zarokên xwe dersên kurdî hilbijêrin.

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) ku pêşengiyê ji kampanyaya hilbijartina dersên Kurdî re dike, heta roja dawî ya serlêdana bo dersên bijarte bi belavkirina broşûran û agahdarkirina malbatan xebatên xwe didomîne.

Herwiha li ser medya civakî jî xemxurên zimanê Kurdî bangewaziyên xwe yên bo hilbijartina dersên kurdî yên bi zaravayên Kurmancî û Zazakî ji bo polên 5-6-7-8 ên dibistanên navîn berdewam dikin.

Parve bike: