TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî 1ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz kir

📅 01 gulan 2019 15:31

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Karkeran peyamek weşand û pîrozbahî li karkeran kir.

Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî peyama xwe ya 1ê gulanê roja karkerên cîhanê da.  Barzanî roja karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.

"Bi helkefta 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî karkerên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Hêviya jiyaneke bextewer û dûrî li çewsandinê ji bo hemû karkerên ezîz dixwazim û spasî erk û keda wan dikim".

Parve bike: