Serok Barzanî banga bidawîkirina krîza siyasî û avakirina hikûmeta niştimanî kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de ku îro roja 9ê Mijdara 2026an hate weşandin, bal kişand ser wê yekê ku berjewendiyên gelê Kurdistanê li ser hemû berjewendiyan re ne û banga çareserkirina krîza siyasî ya li herêmê kir.
Barzanî bang li berpirsên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re bicivin, pirsgirêkan çareser bikin û dawî li krîza siyasî bînin.
Her wiha Serok Barzanî xwest ku aliyên din ên siyasî jî beşdarî pêvajoyê bibin û bi hev re hikûmeteke berfireh û neteweyî ava bikin ku bersiva daxwazên gel bide.
Peyama fermî ya Serok Mesûd Barzani wisa ye:
“Bi navê Xwedayê Dilovîn, Derbarê geşedan û rewşa siyasî de, pêwîst e hemû kes vê xalê li ber çavan bigirin: Berjewendiyên gelê Kurdistanê ji hemû berjewendî û armancên din mezintir in.
Li ser vî bingehî, ez ji birayên xwe yên di Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) de dixwazim ku bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re bicivin, pirsgirêkan çareser bikin û dawî li krîza siyasî ya li Herêma Kurdistanê bînin.
Her wiha ez dixwazim ku aliyên din ên siyasî yên li Herêma Kurdistanê jî tevlî qonaxên pêvajoya siyasî bibin, bi hev re hikûmeteke berfireh û neteweyî ava bikin û bersiva daxwaz û hêviyên gelê Kurdistanê bidin.”