TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî besdarî çalakiyeke li ser pêkanîna Herêma Aram dibe

Admin L
Nivîskar
📅 27 nîsan 2021 12:59

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, roja Çarşemê beşdarî çalakiyeke di derbarê pêkanîna Herêma Aram a ji bo Kurdistanê de dibe.

Li gor Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê Beyan Samî Ebdurehman diyar kir: “Ez şanaz im ku radigihînim; Serok Barzanî roja 28ê vê mehê, beşdarî çalakiyeke taybet dibe li ser mijara pêkanîna Herêma Aram a ji bo Kurdistanê.”

Çalakî roja Çarşemê 28ê vê mehê, bi dema Washingtonê di saet 10:00an de û bi dema Hewlêrê di saet 17:00an de bi rêya online dê birêve biçe.

Di çalakiyê de herwiha dê James Baker, Hoşyar Zêbarî, John Abizaid, Brett McGurk jî beşdar bin.

Parve bike: