TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bi helkefta Salvegera Referandûma Serxwebûnê peyamek wesand

📅 25 îlon 2019 15:45

PeyamaKurd - Serok Barzanî îro Çarşemê (25.09.2019) li duyem salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragehand, îro rojeke dîrokî ye.

Serok Barzanî di peyamekî xwe ya kurt a li ser hesabê xwe ya fermî ya twitterê de ragihand: ‘’Îro rojeke dîrokî ye û li hember ew kesên ku ti deman xwe neçemandine rêzên min pir zêde ye.’’

— Masoud Barzani (@masoud_barzani) September 25, 2019

Gelê Herêma Kurdistanê du sal berê di rojeke wekî îro de referanduma serxwebûnê lidarxistibû  bi 92.7yê pejirandibû û diyar kiribû serxwebûna Kurdistanê mafekî destûrî û xwezayî ye. Di referandûma tarîxî ya serxwebûnê de nêzîkî ji sedî 93 ji niştecîhên Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û Kurdên li derveyî Herêma Kurdistanê bi dengê “Belê” dan serxwebûnê.

Parve bike: