TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bi nûnerên Kildan, Suryan û Asûrî re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 27 rêbendan 2020 19:26

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro bi fraksiyonên partî û pêkhatên Kildan, Suryan, Aşûr ên li Encûmena Parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmanî re civiya.

Hat ragihandin ku di vê civînê de, ronahî xistine ser karubarên Encûmenên Parêzgehên Herêma Kurdistanê û rola encûmenan li ser çareserkirina giriftên xelk û dabînkirina xizmetguzariyê.

Herwiha amadebûyên civînê têbînî û pêşniyarên xwe yên ji bo baştirkirina karê encûmenan û xizmeta zêdetir a xelkê, bi Serok Barzanî re parve kirin.

Serok Barzanî spasî li erk û keda Encûmenên Parêzgehan û Fraksiyonên Partî û Pêkhatan kir û pêzanînên xwe ji bo hemahengî û karê hevbeş ê di navbera wan de anî ziman.

Serok Barzanî herwiha derbarê çawaniya karkirin û hêlên giştî yên erk û karê Encûmenên Parêzgehên Herêmê de, şîret û rênîşandinên pêwîst ji bo beşdarên civînê xiste rû.‎

Parve bike: