TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bi peyamekê hatina meha Remezanê pîroz kir

Admin H
Nivîskar
📅 12 nîsan 2021 21:11

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta hatina meha Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û hatina Remezanê li xelkê misilman ê Herêma Kurdistanê, Iraqê û cihanê pîroz kir.

Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Nîsanê bi minasebeta hatina meha Remezanê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe ya bi zimanê îngilîzî parve kiriye de, ji Xwedayê mezin daxwaz dike ev remezan tenduristî xweşî û serkeftinê bi xwe re bîne.

Serok Barzanî wiha got: "Pîrozbahiyê li misilmanên Kurdistanê û Iraqê û seranserî cîhanê dikim û ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ev Remezan tenduristî xweşî û serkeftinê bi xwe re bîne."

Parve bike: