TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bi Rêberê Tevgera Îslamî re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 15 îlon 2019 23:33

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro yekşemê 15.09.2019 li Selaheddîn pêşwaziya Mamosta Îrfan Abdulezîz Raberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (Bizutnewe) kir.

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand ku di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî hatin guftûgo kirin û tekez jî li ser pêwîstiya yekrêzîya aliyên Kurdistaniyan ji bo derbasbûna ji gefan kirin.

Herwiha di hevdîtinê de peywendiyên her du aliyan jî hatin gotûbêjkirin.

Parve bike: