TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bi sanda Ewropî re pirsa Kurdên Sûriyê axivî

Admin S
Nivîskar
📅 30 rêbendan 2019 19:40

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê bi şanda Ewropî re civiya û nîgeraniyên xwe ji bo dahatûya Kurdan li Sûriyê anî ziman.

Serok Barzanî di hevdîtinê de, li ser rewşa Sûriye û paşaroja gelê Kurd û nîgeraniyên xwe yên derbarê paşaroja Kurd û herwiha nêrîn û pêşniyarên di derbarê çawaniya çareserkirina kêşeyên gelê Kurd li Sûriye û pêşhatên nû bi şanda mêhvan re parve kir.

Malpera Fermî ya Serok Barzanî ragihand ku îro 30yê Çileyê li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Yekîtiya Ewropayê kir ku ji Cîgirê Emîndarê Giştiyê Yekîtiya Ewropa yê Karubarê Siyasî Jan Krîstov Bêlard, Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Ramon Blîko û Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropa li Hewlêrê Klarîs Pasorî pêk dihat.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û her wiha proseya siyasiya Herêma Kurdistanê hat guftûgo kirin û Cîgirê Emîndarê Giştiyê Yekîtiya Ewropa yê Karubarê Siyasî ji bilî balkişandina li ser rol û pêgeha Serok Barzanî ya li proseya siyasî ya Iraqê, wê yekê xisterû ku pêwendiyeke erênî di navbera Hewlêr û Bexda de hatiye holê û ji bo Yekîtiya Ewropa aramiya Herêma Kurdistanê û baştirbûna peywendiyên wan yên li gel Bexda gelek girîng e.

Di derbarê hilbijartinan û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de Cîgirê Emîndarê Giştiyê Yekîtiya Ewropa yê Karubarê Siyasî ragihand, Herêma Kurdistanê li ser rêyekî dirust hengavan diavêje û hêvî xwest ku Herêma Kurdistanê bibe mînakek ji bo cihên dinê navçeya Rojhilata Navîn.

Bêlard diyar kir, Yekîtiya Ewropa amade ye ji bo yarmetîdan, hevkarî, şêwirîn û pêdana rawêjê bi Herêma Kurdistanê ya di warên kargêrî û çaksazî û darayî de.

Gefên terorê li ser asayîşa navçeyê mijareke din a vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser qurbanîdana xelkê Kurdistanê di şerê terorê de got ku ew e Pêşmerge bû ku bi qehremanî û cangorî efsaneya DAIŞê şikand û destnîşan kir, “DAIŞ li rûyê serbaziyê ve têkşika ye, lê belê metirsiyên wê yên li Iraq û Sûriyê her mane.”

Parve bike: