TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bi wezîrê Almanya re civiya: Alîkariyan balansa ser guherand

Admin H
Nivîskar
📅 16 hezîran 2019 12:45

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Hevkariya Aborî û Geşepêdana Almanya Martin Jaeger û şanda li gel wî kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî spasî hikûmet û gelê Almanya kir ku li şerê dijî terorîstên DAIŞê de hevkar û yarmetîderê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne û got, palpiştiyên Almanya li guherîna balansa meydanî ya şerê dijî DAIŞê de gelek bi bandor bûye.

Di hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Hevkariya Aborî û Geşepêdana Almanya, xweşhaliya welatê xwe bi baştirbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda bi Serok Barzanî ragihand.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Almanya û rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Parve bike: