TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bi Wezîrê Iraqê re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 23 rêbendan 2020 21:49

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê pêşwazî li Wezîrê Werziş û Xortan ê Iraqê Dr. Ehmed Riyaz Talib El Ubeydî kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, Wezîrê Werziş û Xortan a Iraqê spasiya helwest û hewlên Serok Barzanî kir, ji bo kûrkirina kultûra pêkvejiyan û lêborînê di navbera pêkhateyên olî û netewî yên Herêma Kurdistanê de.

Li gorî daxuyaniya piştî civînê hat gotin ku ronahî hate xistin ser rewşa siyasî ya Iraqê û herwiha daxwazên xwepêşanderan û nifşê nû û herdu alî hevnerîn bûn ku pêwîst e piştevanî li daxwazên gencan û nifşê nû bê kirin û kar ji bo pêşxistina rewşa gencan û werzişê li Iraq û Herêma Kurdistanê bê kirin.

Parve bike: