Kurdistan
Serok Barzanî bo sala nû peyamek pîrozbahiyê belav kir
PeyamaKurd – Ji bo sala nû ya zayînî, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û daxwaz kir, sala 2021 sala dawîhatina pejik û nexweşî û giriftan be û aştî û bextewarî ji bo hemû welatiyên Kurdistan, Iraq û hemû navçeya me pêk bê.
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta serê sala nû ya zayînî, pîrozbahiyê li welatiyên xweşdivî yên Kurdistanê, malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.
Hêvîdar im sala 2021, sala dawîhatina pejik û nexweşî û giriftan be û aştî û bextewarî ji bo hemû welatiyên Kurdistan, Iraq û hemû navçeya me pêk bê.