Kurdistan
Serok Barzanî Cejna Qiyamê ya Xiristiyanan pîroz kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî Cejna Qiyame ya Xiristiyinan bi peyamekê pîroz kir.
Serok Barzanî di peyama xwe ya ‘bi navê xwedayê mezin û dilovan’ dest pê kir de got, “Ez bi boneya hatina cejna Qiyame ya Hezretî Mesîh(Silavê xwedê li ser bê), pîrozbahiyên xwe yên gerim ji xwîşk û birayên Xiristiyan li Kurdistan û Iraqê û tevahiya Cîhanê dikim.”
Serok Barzanî diyar kir, “Ez hêvîdarim ew boneye çanda jiyana hevbeş û biratiyê kûrtir bike û xwişk û birayên Xiristiyan û hemû Pêkhateyên olî û etnîkî yên din li Iraq û herêmê di aştî û aramiyê de bijîn.
Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.”