TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî çû taziya Pêşmergê kevin Said Xalil Hoşewi

Admin M
Nivîskar
📅 06 adar 2026 22:01

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê (Selahaddîn) tevlî merasima pêşmergê dêrîn Said Xalil Xoşewî Silkî bû, ji malbatê û mirovên wî re sersaxiyê xwest.

Baregeha serok Barzanî ragihand ku serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê çûye merasima taziya Pêşmergê kevin Said Xalil Xoşewî Silki (Mizûrî).

Said Xalil Xoşewî li devera Barzan û di şoreşên Kurdistanê de kesekî naskiriye, yek remza têkoşîna Kurdaye û kurê rehmetî şehîd Xelîl Xoşewiye.

Di daxwuyaniya nivîsîngeha serok Barzanî de hat gotin ku serok Barzanî bi xwe ji malbatê re û mirovên wî re sersaxiyê xwestiye. Barzanî ji Xwedê xwestiye ku Xoşewî bi bihişta xwe şad bike û ji malbata wî re sebr û metanetê xwestiye.

Malbata Xoşewiyan ji wexta şoreşa 1943an heya niha di nava têkoşîna bizava azadîxawza Kurdistanê de ne.

Parve bike: