TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî Dr. Azad Necar pîroz kir û serkeftin jê re xwest

Admin H
Nivîskar
📅 08 sibat 2021 19:51

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 8ê Sibatê li Selaheddîn pêşwazî li dahênerê dilê çêkirî Dr. Azad Necar kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî, ji bo dahênana wî ya bijîşkî ku ji bo mirovahiyê, li ser projeya dilê destkir dixebite, Dr. Azad Necar pîroz kir.

Serok Barzanî spasî wê dahênana wî ya bijîşkî kir û ji bo hemû bijîşkên Kurdistan û gelê Kurdistanê wî karê zanistiya wî cihê handan û şanaziyê wesif kir.

Herwiha ji bilî derbirîna hemû cûre piştevaniyekê, hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo Dr. Azad Necar xwest.

Dr. Azad Necar 53 salî ye û ji Zaxo ye. Li Swêdê pizîşk e û kariye piştî 20 salên karkirina berdewam dilê çêkirî dirust bike. Herwiha xwediyê bi dehan dahênanên din e di warên perçeyên destkir û amûrên neştergerî. Dr. Necar bawernameya parastina dahênana wî jî bi wî hatiye bexşîn.

Parve bike: