TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: El-Newab dostekî dilsoz ê Kurdistanê û gelê me bû

Admin H
Nivîskar
📅 22 gulan 2022 12:22

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ser wefata helbestvanê Iraqî Muzefer El-Newab, peyameke belav kir û hevxemiya ragihand.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Xwedêjêrazî hemû temenê xwe bi wêjeya xwe ya dilsoz ji bo Iraqeke demokratîk û Azad ku maf û pêkhateyan tê de parastî be derbas kir.”

Serok Barzanî diyar kir: “Iraq bi hemû pêkhateyên xwe, helbestvanekî mezin û têkoşerekî birêz winda kir. Xwedêjêrazî hemû temenê xwe bi wêjeya xwe ya dilsoz ji bo Iraqeke demokratîk û azad ku mafên pêkhateyan tê de parastî be derbas kir.”

Serok Barzanî di peyamê de bibîr xist: “Muzefer El-Newab dostekî dilsoz ê gelê me yê Kurdistanê û doza gelê me bû û di jiyana xwe de bi tundî rûbirûyê zilm û stema dîktator çi li Iraqê û çi jî li derve dibû.”

Di dawiya peyama xwe de Serok Barzanî wiha pê de çû: “Jidestdana xwedêjêrazî, ziyaneke mezin e û nayê qerebûkirin. Me qameteke mezin a niştiman û têkoşer ji dest da. Hêviya me ew e, wî li ser xaka xwe giyanê xwe yê pak bisparda, ne li sirgûniyê. Xwaziya ji piştî rûxana rêjîmê, girîngî pê hatiba dayîn û li şûna salên wî yên li xerîbiyê, hatiba qerebûkirin, ne tenê di merasîmeke mezin de pêşwazî li termê wî bike. Eger wiha hatiba kirin, bêguman ev kar dê pend waneyeke bo rêzgirtina li kesayetiyeke têkoşer ku hemû jiyana xwe ji bo gel û niştimanê fena kir, her wiha dê bibûya peyameke niştimanî ji bo hemû dahêner û sembolên Iraqê ên di warê wêje, bîr û zanistê.”

Parve bike: