Serok Barzanî: Em bi pêwendiyên ligel Fransayê serbilind in
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Hezîranê li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê Jan Brem kir.
Di hevdîtinê de, Konsulê Fransayê kêfxweşiya xwe bi dîtina Serok Barzanî nîşan da û tekezî li ser berdewamiya peywendiyên dîrokî û girîng ên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de kir.
Jan Brem herwiha spasiya rola berçav a Serok Barzanî kir, ji bo piştgiriya wî di avakirina û girîngîdana bi pêşveçûnê û berdewamiya peywendiyên di navbera her du aliyan de.
Serok Barzanî bixêrhatina Konsulê Fransayê kir û destnîşan kir ku Fransayê di dîroka tevgera azadîxwaziya gelê Kurdistanê de roleke berbiçav lîstiye.
Serok Barzanî rola Fransayê di hemû qonaxên dîrokî yên gelê Kurdistanê de girîng nirxand û ragihand ku ew bi van peywendiyan serbilind in.
Hate diyarkirin ku di civînê de, rewşa siyasî û aloziyên deverê bi giştî, pêvajoya siyasî li Iraqê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî hatine axaftin.