TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Hunermend Enwer Sêxanî hunermendekî nistîmanperwer bû

📅 23 îlon 2019 16:59

PeyamaKurd – Serok Barzanî ji bo Hunermend Enwer Şêxanî ku îro koça dawiyê kiriye peyameke serxsaziyê belav kir û diyar kir ku Şêxanî hunermendekî niştîmanperwer bû.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabin mezin nûçeya koça dawiyê ya hunermendê niştimanperwer û naskirî yê bajarê Hewlêrê Enwer Şêxanî gihîşt me, jidestdana hunermendê xweşewîst ji her aliyekî re ziyaneke mezin e.”

Bi vê boneya xemnak, serxweşiyê li malbata xwedê jê razî Enwer Şêxanî û hemû rewşenbîr û hunermendên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedêyê mezin daxwazkar im xwedêjêrazî bi bihuşta perîn de şand bike û sebr û aramiyê bi her kesî bibexşîne.”

Parve bike: