TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî ji ber wefata Kemal Şakir peyama sersaxiyê da

Admin H
Nivîskar
📅 17 îlon 2026 12:35

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê û wezîrê berê yê tenduristiyê Kemal Şakir peyameke sersaxiyê weşand.

Serok Barzanî di peyama xwe de da xuyakirin ku xwedêjêrazî Kemal Şakir kesayetiyekî nîştimanperwer bû ku jiyana xwe ji bo têkoşîna gelê Kurd terxan kiribû.

Serok Barzanî sersaxî li malbat û hevalên wî kir, got ku ew xwe hevparê xema wan dibîne û ji Xwedayê mezin daxwaz kir ku cihê wî bike bihişt.

Parve bike: