Kurdistan
Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Salih Muslim peyameke sersaxiyê belav kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi boneya koça dawî ya siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê Salih Muslim, peyameke sersaxiyê weşand.
Serok Barzanî di peyama xwe ya ku îro (12ê Adara 2026an) li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma medyaya civakî Xê belav kir, sersaxî ji malbat û kesûkarên wî re xwest.
Serok Barzanî di peyama xwe de wiha ji bo malbata Muslim daxwaz kir:
Ji bo koça dawî ya rehmetî Salih Muslim, ez sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û xizmên wî dikim û ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku ruhê wî bi bihuşta berîn şa bike.”
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de bi hevoka “Em ji Xwedê ne û em ê vegerin ba Wî” dawî li sersaxiya xwe anî.