TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî ji bo lehiya Hewlêrê peyameke sersaxiyê weşand

Admin H
Nivîskar
📅 09 mijdar 2026 10:11

PeyamaKurd - Baregayê Barzanî duh Yekşem, 8ê Mijdara 2026ê, ragihand ku Serok Barzanî sersaxî ji malbatên her du welatiyan Mihemmed Resûl Hemedemîn û zarokê 5 salî Mistefa Serkewt Xidir re xwest, ku bi mixabiniyeka mezin ve di encama lehiya pêr a bajarê Hewlêrê de bûn qurbanî û canê xwe ji dest da.

Di daxuyaniya Baregayê Barzanî de hatiye: "Ez hevparê xema her du malbatên qurbaniyên wê rûdana dilhejîn im û ji Xudayê Mezin dixwazim ku sebir û hedarê bide wan û canê pak ê qurbaniyan jî bi behişta şa bike."

Pêleke bihêz a baranê ji roja Pêncşem, 5ê Mijdara 2026ê ve deverên Herêma Kurdistanê vegirtin û di şeva Şemî, 7ê Mijdarê de gihîşt asta herî bilind.

Barîna rêjeyeka gelek zêde ya baranê di demeke kurt de bû sedema çêbûna lehiyê li hejmareka tax û sikakên bajarê Hewlêrê û astengiyeke zêde ji bo çûnûhatina welatiyan çê kir.

Li gorî amarên fermî, ji ber lehiyê du kesan li bajarê Hewlêrê canê xwe ji dest da, ku yek ji wan Mistefayê 5 salî bû û yê din jî ciwanekî xwebexş ê 25 salî bû ku di dema rizgarkirina xelkê de xeniqî.

Parve bike: