Kurdistan
Serok Barzanî ji bo xizmeta gel û îdareya Mûsilê pistgiriya xwe ragihand
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê li Selaheddîn pêşwazî li Parêzgerê Mûsilê Mensûr Murîd kir.
Di hevdîtinê de rewşa îdarî û xizmetguzarî û debara nîştecihên Mûsilê û parêzgeha Nînowa hatin axaftin û herwiha rewşa koçberan û proseya vegerîna navçeyên wan hate nirxandin.
Mlpera Serok Barzanî ragihand ku Serok Barzanî ji bo îdareya Mûsilê, ji bo karên wan yên bi navê xizmeta xelk û baştirkirina rewşa jiyana koçberan palpiştiya xwe ya tevahî ragihand.
Herwiha Serok Barzanî tekezî li ser pêwîstiya hemahengiya berdewam ya di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgeha Nînowa de kir.