TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Kurdistan ti carî nebûye beşek ji arîşeyên herêmî

Admin H
Nivîskar
📅 14 îlon 2026 18:29

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Îlonê, li Pîrmamê pêşwazî li Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê Steve Fagin kir. Di civînê de, tekez li ser parastina tenahî û ewlehiya Herêma Kurdistanê û Îraqê hate kirin.

Serok barzanî got, herdem aştî ji şer çêtir e, danûstandin ji pevçûnê çêtir e û têgihîştin ji duberekî û aloziyan çêtir e, lewma Herêma Kurdistanê herdem beşek ji çareseriyê ye û ti caran nebûye beşek ji arîşeyên ku li ser asta herêmî hene.

Di hevdîtinê de Steve Fagin dilxweşiya xwe anî ziman ku careke din bo erkekî nû vegeriyaye Îraqê û serdana Herêma Kurdistanê dike û hêvî xwest ku bikare zêdetir berdewam be.

Fagin got ku Amerîka piştgiriyê dide Îraq û Herêma Kurdistanê, da ku ewlehî, aramî û aboriya wan parastî bin, herwiha tekezî li ser hevahengiya di navbera aliyan de bo parastina proseya serweriya Îraqê û zêdetir pêşxistina peywendiyên Iraqê bi welatên herêmî û civaka navdewletî re kir.

Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê da zanîn ku gefên li ser ewlehiya Îraqê li ser hemû aliyan gef in û Iraq ligel Herêma Kurdistanê dikare di vî warî de roleke baş bilîze.

Fagin diyar kir ku Amerîka piştgiriya Iraqekê dike ku tê de hêzên milîşan li dervayî desthilata fermî ya hikûmetê çekdar nebin, daku derfeta aramiya siyasî û aborî çêbibe.

Serok Mesûd Barzanî ji aliyê xwe ve bi germî bixêrhatina Steve Fagin kir, ku vegeriya Iraqê û serdana Herêma Kurdistanê kir. Serok Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê dê herdem faktora aramiyê be.

Serok Barzanî behsa wê yekê jî kir ku bo serkeftina Serokwezîrê Iraqê û ji bo her mijareke di çarçoveya aramî, destûrê be û rûbirûbûna terorê de be, ew dê piştgir bin. Herwiha bal kişand ser rûbirûbûna gendeliyê ku piştgiriya Serokwezîrê Îraqê kiriye û tekezî li ser berdewamiya van karên hevpar kir.

Li ser rewşa herêmê jî, Serok Barzanî ragihand ku herdem aştî ji şer çêtir e, danûstandin ji pevçûnê çêtir e û têgihîştin ji duberekî û aloziyan çêtir e, lewma Herêma Kurdistanê herdem beşek ji çareseriyê ye û ti caran nebûye beşek ji wan arîşeyên ku li ser asta herêmî hene.

Parve bike: