TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî li Amediyê ye!

Admin L
Nivîskar
📅 19 tebax 2023 15:06

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ku serdana Amediyê dike, li gel pêkhateyên herêmê dicive.

Hat ragihandin, Serok Barzanî îro di çarçoveya serdanên xwe yên bo parêzgeha Duhokê hatiye navçeya Amêdiyê û li gel kadr û endamên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û xelkê navçeyên cuda yên herêmê civiya.

Hat eşkerekirin, Serok Barzanî wê guh bide daxwaz û pirsgirêkên herêmê ji raya giştî re.

Berpirsê PDKê yê Amediyê Bêrevan Hemdî got, hatina Serok Barzanî ya Amediyê nîşan dide ku Serok Barzanî girîngiyeke taybet bi vê herêmê dide. Ji ber wê jî hemû Amedî dixwazin îro beşdarî civîna Serok Barzanî bibin. Bê şik ev serdan di warê aramiya herêmê û cîbicîkirina pirojeyan de dê bi bandor be.

Bêrevan Hemdî da zanîn, Serok Barzanî wê li gel pêkhateyên cuda yên civakê bicive û guh bide daxwazên wan.

 
Parve bike: