Serok Barzanî li Pîrmam pêswazî li civaknas Îsmaîl Bêsîkcî kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamêm pêşwazî civaknas Îsmaîl Beşikciyê dostê Kurdan kir.
Îro Şemiyê (30.11.2019) danê sibê Serok Barzanî li Pîrmam pêşwazî li civaknas Dr. Îsmaîl Beşikci yê ku wekî dostê Kurdan tê naskirin û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya Bêşîkçî kir ji ber helwesta wî ya li ser doza rewa ya gelê Kurdistanê û ragihand ku Bêşîkçî dostekî mezin yê gelê Kurdistanê ye û hêviya silametî û temendirêjiyê jê re xwest.
Bêşîkçî jî nêrîn û şiroveyên xwe li ser rewşa niha ya Rojhilata Navîn û tehdîd û gefên ku li ser gelê Kurdistanê hene, ji Serok Barzanî re anî ziman û ji mezin û serkirdeyên Kurdistanê xwest li hember pêşhatan hişyar bin.
Endamên weqfê ji Serok Barzanî re behsa xebatên weqfê kirin
Di civînê de behsa endamên weqfa Bêşîkçî li Herêma Kurdistanê, behsa xebatên weqfê ji Barzanî re kirin û di wî warî de agahî dan wî.