TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Mafê ti kes û aliyekî nîne bi biryara nedestûrî û aqliyeta înkarkirinê îradeya xwe li ser gelê Kurdistanê bisepîne

Admin H
Nivîskar
📅 25 mijdar 2026 18:30

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemêli Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Îtalyayê li Iraqê Niccolò Fontana kir.

Di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê Tommaso Sansone jî tê de amade bû, behsa rewşa siyasî ya Iraqê bi giştî û pêşhatên nû yên di nav peywendiyên Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi taybetî hat kirin.

Girêdayî vê mijarê, Serok Barzanî bal kişand ser biryara leşkerî ya doh ya Hikûmeta Iraqa Federal û tekezî li ser wê yekê kir ku destûrê awayên desthilat û peywendiyên di navbera her du aliyan de diyar kirine û Herêma Kurdistanê serederiyê ligel ti biryar û mijareke ku li derveyî Destûra Iraqê be nake.

Serok Barzanî ew yek jî eşkere kir ku hemû bizav tên kirin ji bo ku arîşe bên çareserkirin, lê mafê ti kes û aliyekî nîne bi biryara nedestûrî û aqliyeta înkarkirinê îradeya xwe li ser gelê Kurdistanê bisepîne.

Her di wê hevdîtinê de, Balyozê Îtalyayê li Îraqê ragihand ku welatê wî bi girîngî ve li rol û pêgeha Herêma Kurdistanê dinêre û piştgiriyê li Herêma Kurdistanê ya bihêz û yekgirtî dike.

Balyozê Îtalyayê herwisa hêvî jî xwast ku pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi diyalog û hevfêmkirinê bên çareserkirin û bigihin encameke baş.

Parve bike: