Serok Barzanî nûnerê YEyê Wendt qebûl kir
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzani nûnerê Yekîtiya Ewrîpayê yê Erbîlê Stephan Wendt qebûl kir. Wendt hêj nûh tayîn bûye ji bo nûnertiya Herêma Kurdistanê.
Di hevdîtinê de her dû teref behsa hevkariya stratejik ya navbera Kurdistanê û YEyê kirin, her weha li ser krîzên siyasî yên li herêmê û avakirina kabîna Kurdistanê kirin.
Serok Barzanî îro li Pîrmamê li nivîsîngeha xwe nûnerê YE yê Stephan Wendt û heyeta pê re qebûl kir. Baregeha Barzanî ragihand ku hevdîtin bi germahî derbas bûye û li ser hevkariya her dû terefan ya di dahatûyê de axifîne. Nûnerê YEyê Wendt di axaftina xwe de got:
“Ez bi hevdîtina serok Mesûd Barzanî û destpêkirina karê xwe yê dîplomatîk yê Herêma Kurdistanê serbilind im. Xelkê Kurdistanê fikrên xwe aşkera dibêje û bi mêvanperweriya wan serbilind im.
YE girîngiyê dide rola Herêma Kurdistanê ya li Herêmê, Iraqê û Rojhilata Navîn. Di Rojhilata Navîn de ciyê wê xwurte, rola wê ya îstîqrarê heye û bandora wê mezine. YE xwe destekvanekî mezin yê Herêmna Kurdistanê dibîne û wê ortaxiya xwe ya nêz bi Kurdistanê re dewam bike.”
Di hevdîtinê de aktîvekirina parlementoya Kurdistanê, avakirina kabîna nû, astengiyên li pêşiya çareserkirina pirsgirêkan û li ser rêyên çareseriyê axifîn.