Serok Barzanî pehlewanê Kurd Badîn Heso pîroz kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî û destxweşî li werzişvan û qehremanê Kurd Badîn Heso kir ku li Almanyayê Kembera Qehremaniya Navdewletî ya “WBC”ê wergirt.
Serok Mesûd Barzanî, di peyama ku li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê pîrozbahiyê ji bo belav kiriye de, serkeftina pehlewanê Kurd Badîn Heso pîroz kir, ji ber ku navê Kurdistanê di asta cîhanî de bilind kiriye.
Serok Barzanî got: "Ez pîrozbahiyê li qehremanê Kurd Badîn Heso dikim, ku karî li welatê Almanyayê di qehremaniya “INTERNATIONAL WBC”ê de serkeftinê tomar bike û şûtika sêyemîn bi dest bixe."
Serok Barzanî destxweşî li Heso kir û daxwaza serkeftinên mezintir jê xwest û got: "Em dilxweş û serbilind in ku em ciwanên Kurd di qadên navdewletî yên werzişî de serkeftinên mezin bi dest dixin û navê Kurd û Kurdistanê bi cîhanê didin nasandin."