TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pêswazî li Fexrî Kerîm kir: 'Divê sînorek ji qeyranan re bê danîn'

Admin H
Nivîskar
📅 27 nîsan 2022 20:33

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê 27ê Nîsanê, pêşwaziya Serokê Dezgeha Meda ya  Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerê Fexrî Kerîm kir.

Piştî civînê li ser naveroka hevdîtinê hat ragihandin ku behsa rewşa aloziya siyasî ya li welat û sedemên wê û çareseriyên ji bo derketina ji wê qeyrana siyasî hatiye kirin.

Di hevdîtinê de herwiha tekezî li ser xurtkirina hewlên bo derbaskirina qeyranên heyî yên welatî jê ziyanê dibînin hatiye kirin û hatiye destnîşankirin ku sînorek ji bo sedemên wan qeyranan were danîn.

Parve bike: