TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê DEVAyê Alî Babacan kir

Admin H
Nivîskar
📅 10 mijdar 2026 15:55

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 10ê Mijdarê pêşwazî li Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) ya Tirkiyeyê Alî Babacan û şanda pê re kir.

Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtinê de guftûgo li ser rewşa giştî ya siyasî û pêşhatên dawî yên herêmê hatin kirin.

Her du aliyan di civînê de tekezî li ser girîngiya pêkanîna aramî û aştiyê li navçeyê kirin û dan zanîn ku zimanê diyalogê, bingeha sereke ya vejîn, geşedan û pêşkeftina navçeyê ye.

Di beşeke din a hevdîtinê de, pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hatin axaftin û her du aliyan tekezî li ser pêşxistin û bihêzkirina pêwendiyan di warên cuda cuda de kirin.

Parve bike: