Kurdistan
Serok Barzanî pêswazî li Sêwirmendê Asayîsa Iraqê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî Îro Yekşemê li Selahedîn pêşwazî li Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê Qasim El Erecî kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên nava proseya siyasiya Iraqê hat guftûgo kirin û herwiha ronahî xistin ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda.
Di civînê de, pêwîstbûna hemahengiya berdewam ya di navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bo çareserkirina kêşeyên navbera herdu aliyan hat gotûbêjkirin.
Di beşeke din a hevdîtinê de ji bo berdewambûna hemahengiya di navbera wan ya li şerê dijî terorîstên DAIŞê, tekezî li ser daxwaza Hewlêr û Bexdayê kirin.